biyograftam
Giriş
Li Çiyayen Kurdistane Di Bin Niveheyve de kapağı

№ 2808Kitap fiyatı2018

Li Çiyayen Kurdistane Di Bin Niveheyve de

Helmuth von Moltke

Avesta Yayınları · 240 sayfa

Mağaza fiyatları

En ucuz 195,00 TL
  1. BKM KitapKargo: Mağazada hesaplanır · 14.10 12:12 195,00 TL Mağazaya git

Kitap fiyatına göre sıralı · kargo ve kişiye özel indirimler hariç · 17 saat önce kontrol edildi

Kitap hakkında

Yek ji tekstên herî girîng ên kurdolojiyê nameyên Tirkiye yên Mareşalê alman Helmuth Von Moltke, bi navê *Li Çiyayên Kurdistanê - Di Bin Nîveheyvê de* derket. Kitêb ji beşên li ser kurdan û Kurdistanê pêk tê û ji aliyê Fatih Aydin ve ji almanî bo kurdî hatiye wergerandin.Helmut Karl Bernhard von Moltke (1800-1891) efserekî navdar ê artêşa Prûsyayê û yek ji mezintirîn teorîsyenên leşkeriyê yên dîrokê ye. Di xortaniya xwe de derdikeve seyehateke Ewropaya başûr û rojhilat, demekê li Stembolê dimîne û ji hêla Siltan Mehmûdê Duyem ve tê vexwendin ku ew bona modernîzekirina artêşa Osmaniyan jê re şêwirmendî û alîkariyê bike.

Moltke vê dawetê qebûl dike û ji 1835an heta 1838an li Stembolê dimîne. Ew di ber re xwe dielimîne tirkî, li derdora Stembolê derdikeve geşt û geran. Di sala 1838an de bi wezîfeya teftîşkirina artêşên Anatoliyayê, wî dişînin Anatoliya û Kurdistanê ku ew wê demê bi serleşkeriya Hafiz Osman Paşa derketibûn sefera li ser kurdan û sefera li hember artêşa Mehmed Alî Paşayê Misirî.Ev kitêba ku di 1841ê de li Almanya bi navê *Nameyên derbarê şert û mercên li Tirkiyê yên ji sala 1835an heta 1839an* hatiye çapkirin yek ji teksten girîng ên kurdolojî ye.

Beşên ku di vê kitêbê de cih digrin, beşên ku von Moltke bona teftîşkirina artêşên Anatoliyayê, berê xwe dide ser Anatoliya û Kurdistanê û heta bi dawîbûna Şerê Nizibê pêk tê ku ew name di salên 1838-1839an de hatine nivisîn. Di vê midetê de von Moltke dibe şehdeyê rapêçandina keleha Seîd Beg, sefera ser çiyayên Xerzan û axirî bi dûvdirêjî qala şerê Nizibê dike.Von Moltke di nameyên xwe, di geşt û gerên xwe û di qalkirinên xwe yên şer de ne wek leşkerekî bes qala tiştên mekanîk û rûxsar dike. Geh wek erdnîgarnasekî dûr û dirêj qala erdnigariya derdorê dike, geh wek dîrokzanekî hûr û kûr qala dîroka bajêr û gundên wan deran dike, geh wek civaknasekî têr û tije qala edet, rêûrismên civakên di nav de dimîne dike û geh jî wek pêşbînekî pêşbîniya kêşeyên Rojhilata Navîn û çareseriyên wan tîne ziman.

Tanıtım metni mağaza sayfasından alınmıştır.
En düşük · BKM Kitap195,00 TL Mağazaya git ↗