biyograftam
Giriş
Bare Şeve kapağı

№ 9035Kitap fiyatı2017

Bare Şeve

Fawaz Husen

Avesta Yayınları · 136 sayfa

Mağaza fiyatları

En ucuz 149,50 TL
  1. BKM KitapKargo: Mağazada hesaplanır · 11.10 20:47 149,50 TL Mağazaya git

Kitap fiyatına göre sıralı · kargo ve kişiye özel indirimler hariç · 8 saat önce kontrol edildi

Kitap hakkında

Çapa duyem a *Barê Şevê* romana Fawaz Husên, di nav weşanên Avesta de derket.Rustemê Zal, Şêrko û Dara ji mêj ve ji dinyayê bar kiribûn. Dijwariya jiyana li Ewropayê û u wan ew yekser şandibûn warê fena û nebûnê. Kurdistan jî, wek berê, welatê karwanên mezin û talanên mezintir bû.

Wek herdem, kurdan pişta xwe didan derd û birînan û berên xwe ber bi bajarên windabûnê ve dikirin. Rêberan hîna bi leşkerên dagîrker re kar dikir û gundî û bajarî bi gemî û bi kamyonên tije diavêtin ser çav û wijdana Ewropayê. Ew ji berê bêhtir li ser motorên dunig an di otomobîlan de digeriyan û wan tezbîhên xewnan li ber dilê belengazan dikişandin.

Wan bajarên Ewropayê li ber çavbirçiyan dikirin bihuşt û qesra Elî çardeh derî û xêra Xwedê. Li gora gotinên wan, li Rojavayê, xewnên herî dûrî aqilan bi hêsanî dibûn rastiyên ber çavan. Pir kesan ji wan bawer dikir û weha jî ew wek cîqên salên berfa pir bi hezaran diketin daf û xefikan.

Wan teşiya çîrokên koçberî û dûrîtiyê hema badidan û dastanên êş û xewnan hema dubare dikirin.Piştî Amîdabad û Parîsabadê di romana xwe ya nû Barê Şevê de Fawaz Husên dide dû çar kurdên ku welatê xwe bi paş xwe ve dihêlin û ji bo xewnekê tên li deriyên Ewropayê didin. Di spêda rojeke payîzî de, her çar leheng bi hev re digihîjin Parîsê lê wek ku peyveke rîhspiyan dibêje, hesabê bazarê û yê malê tucarî wek hev dernakevin.

Tanıtım metni mağaza sayfasından alınmıştır.
En düşük · BKM Kitap149,50 TL Mağazaya git ↗