biyograftam
Giriş
Stiriyen Me kapağı

№ 8074Kitap fiyatı2020

Stiriyen Me

Zinare Xamo

Name Yayınları · 228 sayfa

Bu baskı için güncel, stokta olan bir teklif henüz doğrulanmadı.

Karşılaştırmaya alınmayan 1 mağaza
  • BKM Kitap · Güncel fiyat doğrulanamadı

Kitap hakkında

Şa bûm, gelkî kêfa min hat, min biryar da ez wê di arşîwa xwe da nehêlim, bidim çapkirin. Min got bira ev tarîx û ev nivîsên min di nava rûpelên rojnameyeke 30-40 sal berê da nemînin, bira li ser hev di kitêbekê da top bibin. Bira xwendevan, nifşên nuh bibînin 30-40 sal berê ez çi fikirîme û min çi nivîsîye.

Nivîsên tê da ne tarîxa min tenê ye, di eynî wextê da beşekî tarîxa me ya nêz û ya dîaspora kurd e jî. Min got bira ev tarîxa min di nav rûpelên rojnameyan da nemîne, wek kitêbekê têkeve arşîva gelê kurd. Ji bo wê jî min ev kitêba di destê we da da çapkirin.

Min ne di naveroka wê da û ne jî di zimanê wê da tu guherandin nekir. Mîzanpaj çawa çê bûye, kê çê çi kiriye, min çawa nivîsîye min qet dest nedayê, min wer da çap kirin. Helbet ez ne Zinarê Xamoyê 30-40 sal berê me, di fikrê min da hin guhertin çê bûne.

Heger min ew nivîs îro binivîsandana, min wer nedinivîsî, minê hin tişt bi hawakî din, bi uslûbeke din bigota. Lê wê çaxê ez wer fikirîme û lema jî min qet dest neda nivîsan.ev pirtûk ji gotar û nivisên Zinarê Xamo ya 30-40 sal berê hatiye nivîsîn pêk tê

Tanıtım metni mağaza sayfasından alınmıştır.