biyograftam
Giriş
Şaşitiya Keşiş A Kuşinde kapağı

№ 5412Kitap fiyatı2019

Şaşitiya Keşiş A Kuşinde

Fesih Taşlı

Lis Basın Yayın · 304 sayfa

Mağaza fiyatları

En ucuz 287,55 TL
  1. BKM KitapKargo: Mağazada hesaplanır · 15.10 10:21 287,55 TL Mağazaya git

Kitap fiyatına göre sıralı · kargo ve kişiye özel indirimler hariç · 19 saat önce kontrol edildi

Kitap hakkında

*Şaşîtîya Keşîş a Kuşînde*, ji alîyekî ve romana evîna yekalî ji alîyê din ve jî romana têkoşînê, romana nerît û tolhildanê ye. Em di romanê de, hewldaneke mezin û derasayî dibinin ku di nav bêderfetiyê de li derfetê digere û ji bo peydekirina ‘Mishefa Reş’ her tiştî dike. Em dikevin perestgehên kevn ên rojê û şervanên ku bi pêyên xwe tîran diavêjin û kodên di nav bazbendê de veşartî dibinin. Û pê re jî zimanekî sade, vegotineke pijiyayî û velezîna ku ji ber honakê derdikeve holê.Ev serborîya ku di dem û çaxên pir dûr û kevn de diqewime; serborîya ku digel aliyên rastî û xeyalî ên lehengên xwe li ser tiştên mukemel dihizire, di îro de jî didome û roman bi vî awayî dibe vegotina serborîya roja îroyîn.Helbet mirov dikare xwendinên cudatir bike.

Dîrok. Ji dîrokê bêtir cografya, dabûnerît, lehengên rastî û yên ku xwedî hêzên derasayî ne, bajarên antîk, zengînîya ku ji ber hêmanên etnografîk pêk tên û sêhr û çanda bîrûbawerîyê di nav heman honakê de derdikevin pêşberî me. Teksteke wisa hatiye afirandin ku ji wêjeyeke, ji dîrokeke ku hebûna wê nayê qebûlkirin, nehatiye dîtin û xeyala wê nehatiye kirin, peyde bûye.

Loma jî dê Şaşîtîya Keşîş a Kuşînde bale bikişîne ser xwe û em ê behsa wê bikin.

Tanıtım metni mağaza sayfasından alınmıştır.
En düşük · BKM Kitap287,55 TL Mağazaya git ↗