biyograftam
Giriş
Jiyana Xwedayi kapağı

№ 9882Kitap fiyatı2017

Jiyana Xwedayi

Amelie Nothomb

Avesta Yayınları · 128 sayfa

Bu baskı için güncel, stokta olan bir teklif henüz doğrulanmadı.

Karşılaştırmaya alınmayan 1 mağaza
  • BKM Kitap · Güncel fiyat doğrulanamadı

Kitap hakkında

Romana Amélie Nothomb *Metafizîka Lûleyan* ku bi gelek zimanan derketibû, vêga jî bi kurdî ye: Romana ku bi navê *Jiyana Xwedayî* di nav weşanên Avesta de çap bûye, ji aliyê Mazhar Gunbat ve ji fransî bo kurdî hatiye wergerandin.Ji romanêÇavên Xwedê hertimî vekirî bûn û zoq li ciyekî dinêrîn. Eger ew girtî jî bûna, vê rewşê wê ti tişt neguhertiba. Ti tiştê dîtinê tune bû û Xwedê li ti tiştî nedinêrî.

Ew tije û tîr bû, mîna hêkeke ku wî gloverî û bêlivbûna xwe jê wergirtibû.Xwedê jixwetêrbûneke mutleq bû. Wî ti tişt nedixwest, ti tişt nedipa, ti tişt wernedigirt, ti tişt red nedikir û bi ti tiştî re elaqedar nedibû. Jiyana wî ewçend têrtije bû ku ew êdî ne jiyan bû.

Xwedê nedijiya, Xwedê hebû......Zarê xwedê tune bû û ji ber vê yekê ramana wî jî (tunebû). Ew têrî û ezelî-ebedî bû. Û vê yekê giş di radeya herî bilind de îspat dikir ku Xwedê, Xwedê bû. Û ti girîngiya vê îspata berbiçav tunebû, lewre Xwedê di nav helwesteke sermest de bû û ne xema wî bû ku ew Xwedê bû.

Tanıtım metni mağaza sayfasından alınmıştır.