biyograftam
Giriş
Dizen Nasnameyan kapağı

№ 4573Kitap fiyatı2020

Dizen Nasnameyan

A. Latif Karaaslanli

Aryen Yayınları · 264 sayfa

Bu baskı için güncel, stokta olan bir teklif henüz doğrulanmadı.

Karşılaştırmaya alınmayan 1 mağaza
  • BKM Kitap · Güncel fiyat doğrulanamadı

Kitap hakkında

Diz her tim li dû xwe hin tiştan dihêlin, kesên ku zanibin çi ji wan hatiye dizîn bi hestên tolê dikevin nava bizavan, yên ku nizanibin çi ji wan hatiye dizîn, valahiyek xwe li wan digire. Di jiyana wan de her tim ev valahî xwe bi wan dide hîskirin. Kengê rastî hin sedeman dibin, pirs li ser hev tên hişê wan û dikevin nava lêgerîna bersivan.

Jixwe li cihekî pirs hebe, li wir pirsgirêk jî heye. Xwegihandina bersivan ne hêsan e, gelek caran lêgerîn jî bes e ku mirov nav li wan hîsên xwe bike. Wê demê mirov pê derdixe ku jiyana dijî ne ya wî ye.

Ez zanim ji min çi hatiye dizîn û li van çiyayan dixwazim tola xwe hildim. Lê pêşiya zanînê ez jî di merheleya binavkirinê re derbas bûm. Hatina min a van çiyayan ji ber van e.

Gelo tu dizanî diz çi ji te dizîne? Pirs berî bersivan, bersiv jî di nava lêgerînê de xwe dinimînin. Tu li dû rastiya diya xwe ketibî jî ji bîr neke ew rastî di heman demê de ya te ye.

Di esas de tu li dû rastiya xwe ketî. Yên me jî gelek sedemên me hene, lê ya girîng xwegihandina wateya van hestan e. Di nava axaftina xwe de min behsa tolê kir, vê ne di wateya kuştinê de, di wateya hestan de esas bigire.

Tanıtım metni mağaza sayfasından alınmıştır.